Kurd, Kiteb, Çapxane Kitabını İndir Oku Bilgi
Kurd, Kiteb, Çapxane kitabı 246 sayfadan oluşan Kürtçe dilinde 13.5 x 21 cm ölçüsünde Karton Kapak olarak 25.01.2020 tarihinde Mesud Serfiraz tarafından yazılarak PEYWEND tarafından basılıp piyasaya sürülmüştür. Kurd, Kiteb, Çapxane kitabı 9786058434509 ISBN numarası ile kayıtlıdır.
Kurd, Kiteb, Çapxane Kitabını PDF İndir Oku Açıklama
KURD, KITÊB, ÇAPXANE Weşangeriya Kitêbên Kurdî di Dewra Osmaniyan de (1844-1923) Mebesta vê xebatê lêkolînkirina li ser weşangeriya kurdî ya dema Dewleta Osmanî ye. Danasîna kitêbên kurdî yên ku di navbera salên 1844-1923yan de di nav sînorê Osmanî de çapbûne, naskirina weşangerên van kitêban û têkiliya van kesan bi komeleyên kurdî re mijarên sereke yên vê xebatê ne. Ji bo vê yekê di beşa 3 û 4an de danasîna 40 kitêbên kurdî yên wê dewrê tê kirin. Herwiha di beşa duyem de hewl tê dayîn ku peywendiya di navbera çapkirina kitêbên kurdî û pêşketina nasnameya kurdî ya di dewra Osmanî de bê nîşandan. Ji ber vê yekê di vê beşê de qala komeleyên kurdan ên wê demê û weşanên wan ên periyodîk, bi giştî çapemeniya kurdî ya dewra Osmanî, vegotina rewşenbîr/netewperwerên kurd ên wê demê û çend bûyerên girîng tê kirin. Dîsa bi vê mebestê behsa du kesan tê kirin ku bi fikriyata xwe bandoreke mezin li ser kurdayetiyê wê dewrê kirine: Ehmedê Xanî û Hacî Qadirê Koyî.Naxwe em dikarin bibêjin ku du aliyên vê xebatê hene: Aliyê pratîk hewl dide ku di nav çarçoveya xebatê de lîsteya kitêbên kurdî yên dewra Osmanî derbixe, aliyê teorîk jî hewl dide ku beşek ji fikra “kurdayetî”yê û têkiliyên wê yên bi metbûatê re ronî bike. Ji bo pêkanîna vê jî çavkaniyên sereke weşanên wê demê bûn. Kovar, rojname, kitêb û rêziknameyên wê dewrê, hin caran jî belgeyên arşîva Osmanî rê nîşanî me da.
Kurd, Kiteb, Çapxane Kitabını PDF İndir Kategori
Kurd, Kiteb, Çapxane Kitabı Yayına Çıktığı 25.01.2020 Tarihinden İtibaren Toplamda 1 Kişi Tarafından Okunmuştur.
Peywend yayınevinin tüm kitapları ve eserlerine buradan ulaşabilirsiniz..